Serokê Mossada Îsraîlê çû Ebuzebiyê
Tebax 17, 2020 22:51 Asia/Tehran
Medyaya Siyonîstî ragihand ku serokê Rêxistina Îstixbarat û Sîxoriyê ya Rejîma Îsraîlê çû Ebuzebiyê.
Kanala Kan a Rejîma Siyonîstî ragihand ku Serokê Mossadê Yûsî Kohn îro ji bo gotûbêja bi rayedarên îmaratî gihêşte Ebuzebiyê paytexta vî welatî.
Vê kanalê duh gotibû ku muhtemel e Yûsî Kohn êvara yekşemê bigihêje Ebuzebiyê.
Kohn di îmzabûna rêketinnama navbera Ebuzebî û Telavîvê û eşkerabûna pêwendiyên Rejîmên Îsraîl û Îmaratê roleke girîng lîstiye. Serokwezîrê Rejîma Siyonîstî Benyamîn Netanyahu êvara înê sipasiya Yûsî Kohn kiribû ji ber hewldana wî bona berfirkirina pêwendiyên vê rejîmê bi ya Îmaratê re.