Şandeyeke ewlehiyê ya Misirê çû Xezayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i318727-Şandeyeke_ewlehiyê_ya_misirê_çû_xezayê
Îro ji bo şopandina dosyaya agirbesta di navbera komên Filsitîn û Rejîma Îsraîlê de şandeyeke ji Misirê  çû Xezayê. 
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 17, 2020 16:59 Asia/Tehran
  • Şandeyeke ewlehiyê ya Misirê çû Xezayê

Îro ji bo şopandina dosyaya agirbesta di navbera komên Filsitîn û Rejîma Îsraîlê de şandeyeke ji Misirê  çû Xezayê. 

Misir ku serkêşiya diyalogên têkildarî agirbesta di navbera Îsraîl û Filistînê de dike, şandeyeke ewlehiyê ji bo şopandina dosyaya agirbestê ya di navbera her du aliyan de şand Xezayê.

Ji bo nîqaşa şerê dawîn û ferzkirina Îsraîlê ya tedbîrên tund ên dorpêçkirina Xezayê ji zêdetirî 14 salan ve, dê şande bi fermandarên tevgera Hemas û komên Filistînê re bicive.

Hin çavdêr dibînin ku dê şandeya ewlehiyê ya Misirê aramiyê vegerîne, di heman demê de bihêle Rejîma Îsraîl dorpêça li ser Xezayê sivik bike û şertên agirbestê yên xebata projeyên navneteweyî li Xezayê pêk bîne.