Pîrozbayiya salroja jidayîkbûna Îmam Secad (s)
Îro yekşem, pêncê Şebana sala 1439 Koça hîvî, 22 Nîsana 2018an, salroja jidayîkbûna Hezretê Îmam Secad(s), îmamê çaran ê şîeyên cîhanê ye.
pesindayîn û mewlûdxwaniya medahên ehlê beytê sîmet û teharetê(s) ji wan bernameyên cejna saloja jidayîkbûna seyd ul Sacidîn, Îmam Zeyn Ul-Abidîn(s) li seranserê Îrana Îslamî ye.
Îmam Secad (S) kurê Îmam Husên (S) e ku di sala 36 Hicrî-Qemerî hate dinyayê û jiyana wî ya tijî xêr û bereket 57 salan dom kir. Beşa giringe jiyana Îmam Secad (S) dewrana îmameta wî bû ku piştî bûyera Kerbelayê û şehadeta Îmam Husên (S) destpê bû. Dewra îmameta wî 34 salan dom kir. Beşeke giringe berpirsiyariyên vî îmamî eva bû ku peyama zelal û aşkera ya serhildana Kerbelayê bigihîne umeta Îslamê.
Hewldanên berdewame Îmam Secad (S) derheq rewacdayîn û berfire kirina zanistên olî ji wan tefsîr, hedîs û fiqhê encam û hasilên zav ji bo umeta Îslamî bi xwe re anîn û gelek alim jî li cem wî perwerde bûn.
Radyo û teleîayona Komara Îslamî ya Îranê salroja jidayîkbûna Hezretê Îmam Secad(s), îmamê çaran ê şîeyên cîhanê li hemî misilman û azadîxwazên cîhanê pîroz dike.