Pîrozbayiya salroja jidayîkbûna Îmamê ewil ê şîeyên cîhanê
Li salroja jidayîkbûna Îmam Elî(S), îmamê ewil ê şîeyên cîhanê, seranserê Îrana Îslamî tevde di cejn û şadiyê de ye.
Îro 13 meha Receba sala 1439 Koça Hîvî, 31 Adara 2018`an , salroja ji dayîkbûna hezretê Emîr El-Mominîn Elî (s), îmamê ewil ê şîeyên cîhanê ye.
Hezretê Elî Bin Ebî Talib(s) li 13 meha Recebê li halekê ku dîwarê mala Kebeyê ser diya xwe Fatime Binta Esed qeliştand û ew derbasî mala xwedê bû, ji dayîk bû.
Hezretê Elî (s) ji serdema nûciwaniya xwe ve li cem Resûlê Xwedê() perwerde bû. Ew yekim kes ku Îslam qebûl kir û li gişk qonaxên teblîx û rewacdayîna ola Îslamê ji aliyê Nebiyê Ekrem(s) yar û hogirê vî hezretî dihat hesabê.
Li rojhejmêra Komara Îslamî ya Îarnê, salroja jidayîkbûna Îmamê ewil ê şîeyên cîhanê weke roja bavan hatiye bi navkirin.
Xelkê seranserê Îranê, rêzê ji salroja jidayîkbûna hezretê Îmam Elî (s) ku ji xwe bavê Îmametê ye, digrin.
Xelkê momin û xwedêhez ê Îrana Îslamî xêncî ku li navendên pîrozkom dibin û cejnên curbicur li şev û roja salroja ji dayîkbûan hezretê Îmam Elî()S, îmamê ewil ê şîeyên cîhanê li dar dixin jibo pîrozbayiya roja bavan û dayîna pesna kesayetî û cih û şûna bavan, seredana bavên xwe dikin.
Radyo û televîayona Komara Îslamî ya Îranê salrojaji dayîkbûna hezretê Îmam Elî(s), îmamê ewil ê şîeyên cîhanê li misilmanên cîhanê pîroz dike.