Kanûn 18, 2025 15:52 Asia/Tehran
  • YNK ber bi PDK va: Em ji yek daxwazên xwe jî nayên xwarê

Yekitîya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) di peyamekê da bo PDK ragihand ku ji ti xaleke daxwazên xwe nayê xwarê u venagere.

Karwan Gezneyî Berdevkê YNK dibêje ku civîna tev PDK ya 2 rojan berî nika ne civîneek xirab bû, lê zêdetir civînek ji bo zemînesazîya bo qonaxên pêşber da bû. Wî pêgirî kir ku kêşeya di navbera me u PDK da tenê kêşeya ser postan nîne ku em bêjin girêkork eva ye belku mebesta YNK şirîkatîya rastî di hikimdarîya bê ya Herêma Kurdistanê da ye, lewma me lîsteyeke danuistandnê amade kir u raberî PDK kir. Em ji hemî alîyan ra jî radigihînin ku ji ti yek ji xalên daxwazîyên xwe nayên xwarê, ji ber ku mafê me yê bidestxistina bi rêya hilbijartinê ne. Me pêwîstî bi yekdengîyê heye ta ku bikaribin maf u babetên hêjayî xwe wek kurd li Bexdayê bi dest bixin.

Serepeyv