Jordaçûna hejmara şehîdên Zîvala Xezzeyê
Destdirêjîyên Rejîma Sîyonîst ser Zîvala Xezzeyê didomin u Wezareta Tenduristîyê ya hikûmeta Filistînê li vê herêmê jî ragihand ku di 24 saetên buhurî da meytê şehîdekî ji bin kavila hat derxistin û 13 birîndar bo nexweşxaneyên Zîvala Xezzeyê hatin veguhestin.
Bi şehîdbûna filistînîyekî u birîndarbûna 13 kesî li Zîvala Xezzeyê di 24 saetên buhurî da, hejmara şehîdên destdirêjîyên Rejîma Sîyonîst ser vê zîvalê ji 7ê Cotmeha sala 2023ê va heta nika rabû 70 hezar u 669 kesî û ya birîndaran jî rabû 171 hezar u 165 kesî.
Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê li Zîvala Xezzeyê, herwiha ragihand ku zarokekî yekmehî yê filistînî di encaam sirr u seqemê da li Xan yûnisê ku ktîye başûra Xezzeyê, şehîd bû. Di encama barannê guj u rabûna lehîyan da li Zîvala Xezzeyê, di vê mehê da herîkêm 18 welatîyên filistînî can dane. Herwiha bi dehan avahî an tam hatine kavilkirin u an jî tûşî zîyaan ciddî bûne. Çavkanîyên nûçeyan li Xezzeyê jî ragihandin ku bi sedan hezar awareyên filistînî ku mala wan di encama êrişên Rejîma Sîyonîst da wêran bûye, bêyî imkanên berayî yên jîyanê di rewşeke gellekî dijwar da dijîn. Eva di halekî da ye ku Rejîma Sîyonîst sozên xwe yên di çarçova agirbesê da binpê dike u nahêle kanêks, ardû u alavên rakirina kavilan derbasî vê herêmê bên kirin. Li rexê rojavaya çemê Urdinê jî, hêzên dagirker êrişî Cinîn, Qelqelîye, Xelîl u Nablosê kirin u çend filistînî desteser kirin. Hevgavê berdewambûna êrişên Rejîma Sîyoîst ser Xezze û rexê rojavaya çemê Urdinê, çavkanîyên nûçeyan ên libnanî jî ragihandin ku balafirên cengê yên Rejîma Sîyonîst êrişî navçeyên curbicur ên Libnanê kirin. Ji dema agirbesa tev Libnanê va, Rejîma Sîyonîst zêde ji 4 hezar u 500 carî ev rêekvtinameya binpê kirîye.