Sîyonîst berbûn hev
Kanûn 18, 2025 18:38 Asia/Tehran
Di encama pevçûna di navbera hêzên polîs ên Rejîma Sîyonîst u cihûyên Herîdî yên dijî leşkerîya neçarî da li Qudsa dagirbûyî, 10 polîs hatin birîndarkirin u 4 kes jî hatin desteserkirin.
Di pevçûnên li Qudsa dagirbûyî da her du alî berbûn hev û hêzên polîs ên Rejîma Sîyonîst 4 kes ji cihûyên Herîdî desteser kirin. Ev gêre u pevçûn piştî wê dest pê bûn û li derdora cîyê bûyerê berfire bûn ku cihûyekî Herîdî ku ji leşkerîya neçarî revî bû, hat girtin . Yaîr Lepîd, serokê neyarên kabîna Rejîma Sîyonîst ji ber karnama kabîna Netanyahu rexne kir u ragihand ku gêreya Herîdîyan li Qudsê nîşan dide ku kabîne u dezgehên emnî yên Rejîma Sîyonîst nekara ne.