Civata Bilind a Fetwayê ya Herêmê: Firotina kartê dengdanê heram e
Civata Bilind a Fetwayê ya Herêma Kurdistana Iraqê di fetwaya xwe ya herî nû de, firotina kartê dengdanê narewa û heram bi nav kir.
Berdevkê Civata Bilind a Fetwayan a Herêma Kurdistana Iraqê got ku firotina kartên dengdanê û dengên hilbijêran dê pêvajoya dengdanê asteng bike, ji ber vê Civata Bilind a Fetwayê bi gişt dengên endamên xwe firotina kartên dengdanê, heram dizane û dibêje ku pereyê ku bi vê rêyê jî qazanc dibe heram e. Ebdullah Şêrkaweyî got: Dengdan bawerî û berpirsiyariya welatiyan e û firotina kartên dengdanê sextekarî û xiyanet li welat û milkê giştî ye, îstismarkirina mafekî rewa û alîkariya ji bo sextekarî û hatina mirovên bêqîmet û xirab e bo Parlimanê û ji bo birêvebirinê. Şêrkaweyî got ku Civata Bilind a Fetwayan a Herêma Kurdistana Iraqê, basa vî yekî jî kir ku ev karane ji hêla qanûnê ve paşguhkirina qanênê tên hesêb , hema ji ber viya Civata Bilind a Fetwayan a Herêma Kurdistana Iraqê, ev kara neqanûnî daye zanîn.
 
							 
						 
						