Herêma Kurdistanê u Bexdayê li ser hinardekirina niftê li hev kirin
Wezareta Çavkanîyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kudistanê ragihand ku hinardekirina nifta Herêma Kurdistanê yê di 48 saetên bê da dest pê bibe.
Di daxûyanîya Wezareta Çavkanîyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kudistanê da hatîye ku vê wezaretxaneyê û Wezareta Niftê ya Iraqê piştî lihevkirina sêalî ya wan du wezaretana u Şirketa Derxistina Niftê ya Herêma Kurdistanê, têkildarî hinardekirina nifta Herêma Kurdistanê li hev kirin.
Mihemed Şîya Sûdanî Serokwezîrê Iraqê jî ragihand: Me îro lihevkirineke dîrokî kir ku li gorî wê dê Wezareta Niftê ya Federal nifta xav a bîrên Herêma Kurdistanê wergire u ji rêya borîya niftê ya Iraq- Tirkîyê bo derveyî welêt hinarde bike. Wî herwiha got: Ev pêngava dibe sedema dilnîyabûna derheq parvekirina beranber a çavkanî û sermîyanê û pircûrkirin u hemîwarîkirina cîyên hinardekirinê û handana şirketên derînerê niftê.