Şirketên niftê çarçêva Bexdayê têkildarî nifta Herêma Kurdistanê dîyar kir, qebûl kirin
Îlon 18, 2025 16:11 Asia/Tehran
Berdekê Hikûmeta Herêma Kurdistanê got: Herêma Kurdistanê amade ye niftê radestî Bexdayê bike, bi mrcê ku dewleta Iraqê dayîna destmiza karmendan garantî bike.
Pêşewa Hewramanî dîyar kir ku şirketên niftê ser çarçova qanûnî ya ku Bexdayê ji bo domandina hevkarîyan kivş kirîye, razî ne û got: Me di nameyeke bo Bexdayê da pêgirî kirîye ku Herêma Kurdistanê amade ye nifta xwe radestî Bexdayê bike û hinardekirna wê ji rêya Bexdayê va be, li himber em jî çavlirê ne ku Bexda destmiza karmendên Herêma Kurdistanê bide.
Wî herwiha got: Şirketên niftê jî razî bûne ku danuistanninnê xwe l igorî qanûna niftê ya Iraqê bikin.