May 03, 2025 19:08 Asia/Tehran
  • Dawîn moleta Iraqê ji bo komên dijî Îranê

Hêzên ewlehiyê yên parêzgeha Silêmaniya Iraqê hişyarî dan komên dijî Îranê ku binkeyên xwe vala bikin.

Selam Ebd ul Xaliq berpirsekî emnî li parêzgeha Silêmaniyê got ku ji komên dijî Îranî hatiye xwestin ku baregehên xwe  li navçeyên Zirrguwêz, Kolereş û Bane Gewre vala bikin, neku  dê neçar bibin zorê bidin ser wan ku vî karî bikin.

Wî her wiha got ku ev kiryar di çarçoveya rêkevtinameya hevhatina  ewlehiyê ya di navbera Bexda û Tehranê de pêk tê. Dawîn moleta ku ji van koman re hatiye dayîn di destpêka vê mehê bi dawî bûye û berê çend caran hatibû dirêjkirin.

 Niha tenê 10 roj mecala wan heye ku bo kampa Sordaşê werin veguhestin.

Serepeyv