Kanûn 28, 2024 15:51 Asia/Tehran
  • Komela Dadgeriyê ya Kurdistanê di Nîsana 2025an da dê kongreya xwe li dar bixe

Konseya Rêberiyê ya Komela Dadgeriyê ya Kurdistanê ragihand ku ew ê kongreya xwe di Nîsana 2025an da li dar bixe.

Li gor nûçeya Kurdpressê, Di daxuyaniya ku ji aliyê Konseya Rêbertiyê ya Komela Dadgeriyê ya Kurdistanê da hatiye weşandin, hat ragihandin ku rêberiya partiyê civînek bi serokatiya Elî Bapîr li dar xistiye û biryar daye ku kongreya xwe li Nîsana 2025an li dar bixe.

Komela Dadgeriyê ya Kurdistanê tevgereke siyasî ya îslamî ye ku sala 2001ê ji aliyê Elî Bapîr û çend rêberên din va hat damezirandin.

Di çaremîn kongreya vê partiyê da, nav, ala û sernavê Emîrê partiyê bi piraniya dengan hat guhertin û navê partiyê ji 'Komela Îslamî ya Kurdistanê' veguherî 'Komela Dadgeriya Kurdistanê'.

Her wiha sernavê 'Emîr' bo 'Serok' hat guhertin.

22 kes endamê Konseya Rêberiyê ya vê partiyê ne ku sê kes ji wan jin in.