Mehma Xelîl: Pêşniyarqanûna bûceya 2023an digel pêşniyarqanûnên din ciyawaz e
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i338599-mehma_xelîl_pêşniyarqanûna_bûceya_2023an_digel_pêşniyarqanûnên_din_ciyawaz_e
Endamekî Partya Demokrat a Kurdistanê (PDK), pêgîrî kir ku pêşniyarqanûna bûceya giştî ya sala 2023’an a Iraqê ji ber hebûna hevhatina di navbera dewletên federal û Herêma Kurdistanê, ji bûceyên berê cida ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 04, 2023 09:15 Asia/Tehran
  • Mehma Xelîl: Pêşniyarqanûna bûceya 2023an digel pêşniyarqanûnên din ciyawaz e

Endamekî Partya Demokrat a Kurdistanê (PDK), pêgîrî kir ku pêşniyarqanûna bûceya giştî ya sala 2023’an a Iraqê ji ber hebûna hevhatina di navbera dewletên federal û Herêma Kurdistanê, ji bûceyên berê cida ye.

Mehma Xelîl di hevpeyvîna bi Ajansa nûçeyan a El Meilûmeyê re amajeyî vê yekê kir ku di amadekirin û pejirandina pêşniyarqanûnên bûceyê yên salên buhurî de, armancên siyasî hebûn û got: Pêşniyarqanûna bûceya giştî ya 2023’an tam ji pêşniyarqanûnên bûceya salên berê cida ye û anegorî hevhatina di navbera hemî partî û tevgerên siyasî hatiye amadekirin.

Xelîl bi pêgîriya li ser vê yekê ku dewleta Herêma Kurdistanê hikmên Dadgeha Federal bi rêzdarî û pêwîst dizane, herwiha got: Ev hemî mesele wê çareser bibin û wê ti pirsgirêkeka kûr di vî warî da nemîne.

Rêbîn Selam, endamekî din ê Partya Demokrat a Kurdistana Iraqê jî li bara pêşniyarqanûna bûceya giştî ya sala 2023’an got: Hin aliyên muzakireyê li Iraqê bona astengîderxistina li hember hevhatina di navbera dewletên federal û Herêma Kurdistanê li ser pêşniyarqanûna bûceya giştî ya îsal de hewl didin.