Parlimana Iraqê dengê pêbawerîyê da 2 wezîrên kurd
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i337967-parlimana_iraqê_dengê_pêbawerîyê_da_2_wezîrên_kurd
Parlamentoya Iraqê di civîna îro da dengê pêbawerîyê da du kurdan ku di kabîneya Mihemed Şiya Sûdanî de bibin wezîr.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 03, 2022 13:17 Asia/Tehran
  • Parlimana Iraqê dengê pêbawerîyê da 2 wezîrên kurd

Parlamentoya Iraqê di civîna îro da dengê pêbawerîyê da du kurdan ku di kabîneya Mihemed Şiya Sûdanî de bibin wezîr.

Parlamentoya Iraqê îro civînek li dar xist û di vê civînê da dengê pêbawerîyê da  Bengîn Rêkanî weke Wezîrê Avedenî û Niştecihkirinê û Nizar Amêdî weke Wezîrê Jîngehê.

Bi vî awayî hejmara wezîrên kurd ên kabîneya Mihemed Şiya Sûdanî bû 4 kes.

Berî vîya parlimana Iraqê dengê pêbawerîyê da berbijarê PDK yê Weezareta Karên Derve Fuad Husên û berbijarê YNK yê Wezareta Dadê Xalid Şiwanî.

Di 27ê Cotmeha 2022an de Parlamentoya Iraqê bi amadebûna 253 endaman ji bo dengdana li ser kabîneya bi serokatiya Mihemed Şiya Sûdanî û bernameya hikûmeta wî civiya. Di civînê de 21 berbijشrên wezaretan hatin pesendkirin lê biryara li ser berbijêrên wezaretên Jîngeh, Avedeniyê û Niştecihkirinê ku para Kurdan e, hat paşxistin.