Jordaçûna asta hinardekirina nifta Herêma Kurdistana Iraqê
Şirketeke cîhanî ya çalak di warê berhevkirina agahîyên darayî da ragihand: Hinardekirina nifta Herêma Kurdistana Iraqê di 3 mehên buhurî da ji 37 milyon bermîlan derbas bûye.
Şirketeke cîhanî ya Dîloîtê taybet bi berhevkirina agahîyên darayî û raberkirina xizmetê darayî ye, ragihand ku Hinardekirina nifta Herêma Kurdistana Iraqê di 3 mehên buhurî da ji 37 milyon bermîlan derbas bûye û Herêma Kurdistanê bi vî awayî di vê midehê da zêde ji 3 milyard dolar bi dest xistine.
Agahîyên Şirketa Dîloîtê derbara firotina nifta Herêma Kurdistanê da nîşan didin ku beşeke nifta Herêma Kurdistanê di vê mideha da bermîla wê nêzî 100 dolarî û beşeke wê jî bermîla wê bi nêzî 50 dolarî hatîye firotinê.
Di rapora vê şirketa cîhanî da hatîye ku ji wî diravî milyardek û 695 hezar û 597 dolar ji bo dayîna deynên şirketên çalak ên niftê li Herêma Kurdistanê û nêzî 584 milyon û 609 hezar û 407 dolar jî ji bo beşa tiranzît û zimhêrkirina niftê hatîye xerckirin.
Şayanî gotinê ye ku Dadgeha Bilind a Fêdêral a Iraqê, berî vîya di hikmekê da ragihand ku hinardekirina nifta Herêma Kurdistanê bêyî izna Bexdayê neqanûnî ye.