Efserekî pillebilind ê Tirkîyê li Herêma Kurdistana Iraqê hat kuştinê
Îlon 24, 2022 04:18 Asia/Tehran
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand ku di operasyona Pençe-Kilît a li Herêma Kurdistanê de efserekî wan ê pilebilind hat kuştinê.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihandin ku li navçeya Amêdî ya Dûhokê li herêma Zap-Avaşîn-Basyanê di operasyona Pençe-Kilît de efserekî wan ê bi navê Serkan Erkuş hat kuştin.
Hat ragihandin ku Erkuş ê 28 salî di 41emîn Fermandariya Tugaya Komandoyan de wezîfedar bûye.
Hat ragihandin ku Serkan Erkuş ji Meletîyê ye.
Hêzên Çekdar ên Tirkiyê di 17ê Nîsana 2022an da li herêmên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyanê operayonek bi navê Pençe-Kilît dijî PKK destpê kirine.