Wezareta Tenduristîyê ya Iraqê zimanê kurdî qedexe kir
Îlon 01, 2022 11:08 Asia/Tehran
Li gorî biryareke Wezareta Tenduristîya Iraqê, li Kerkûkê her kesê daxwaza belge û mohleta tenduristîyê bike, nabe bi kurdî belkî divê tenê bi zimanê erebî daxwazê bike.
Di nivîsara Wezareta Tenduristîyê ya Iraqê da ku ji bo hemî rêvebirîyên tenduristîyê hatîye şandinê da, wiha hatîye: Ji îro pêncşemê va wergirtina miletê bo cihên ku kar li wan tê kirinê, nabe bi zimanê kurdî were nivîsînê û pêwîst e ku daxwazker tenê bi zimanê erebî binivîse.
Ev biryara Wezareta Tenduristîyê ya Iraqê di halekî da ye ku li gorî maddeya 4, birgeya 2 ya destûra Iraqê belgenameyên fermî divê bi her du zimanên erebî û kurdî bên nivîsînê û ji sala 2003yê ve moletên tenduristîyê li Kerkûkê bi zimanên erebî û kurdî hatine nivîsînê.