Amerîka mehê 30 milyon dolarî alîkarî dide hêzên Pêşmerge
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i336199-amerîka_mehê_30_milyon_dolarî_alîkarî_dide_hêzên_pêşmerge
Komsyona Destpakî û Çavdêrîyê ya parlimana Herêma Kurdistana Iraqê ragihand ku Hevalbendîya Navnetewî mehê 30 milyon dolarî alîkarî dide hêzên Pêşmerge.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 01, 2022 09:00 Asia/Tehran
  • Amerîka mehê 30 milyon dolarî alîkarî dide hêzên Pêşmerge

Komsyona Destpakî û Çavdêrîyê ya parlimana Herêma Kurdistana Iraqê ragihand ku Hevalbendîya Navnetewî mehê 30 milyon dolarî alîkarî dide hêzên Pêşmerge.

Belên Ismayîl Serokê Komsyona Destpakî û Çavdêrîyê ya parlimana Herêma Kurdistana Iraqê di civîneke çapemenîyê da got: Hevalbendîya Navnetewî ya bi serkêşîya Amerîkayê mehê 30 milyon dolarî alîkarî dide Wezareta Pêşmerge ji bo ku miaşê hêzên Pêşmerge bide.

Serokê Komsyona Destpakî û Çavdêrîyê ya parlimana Herêma Kurdistana Iraqê herwiha ragihand ku dewleta fêdêral a Iraqê berovajî rêkevtinameya di navbera Hewlêr û Bexdayê da 200 milyard dînar alîkarîya mehane ji bo dayîna miaşê karmendên hikûmî yên Herêma Kurdistanê nedaye.

Belên Ismayîl di vî warî da got: Mixabin dewleta fêdêral di sala 2022yê da tenê 2 caran û bi giştî 400 milyard dînar şandîye hesabê Hewlêrê di halekî da ku divê her meh 200 milyard dînarî bişîne.