Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê kompanya Bakur li Kerkûkê de daxuyaniyek da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i333969-berdevkê_hikûmeta_herêma_kurdistanê_derbarê_kompanya_bakur_li_kerkûkê_de_daxuyaniyek_da
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir ku dibêjin Hikûmeta Herêma Kurdistanê çend bîrên petrolê li Bey Hesen û Daûwdkorkî yên kompanyaya Petrola Bakur li Kerkûkê dagîr kirine, ti rastîya vê yekê tineye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 15, 2022 13:50 Asia/Tehran
  • Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê kompanya Bakur li Kerkûkê de daxuyaniyek da

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir ku dibêjin Hikûmeta Herêma Kurdistanê çend bîrên petrolê li Bey Hesen û Daûwdkorkî yên kompanyaya Petrola Bakur li Kerkûkê dagîr kirine, ti rastîya vê yekê tineye.

 

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil di daxuyaniyê de got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû îdia û gotegotên ku dibêjin Hikûmeta Herêmê bi piştevaniya hêzeke çekdar, çend kêlgehên petrolê li Bey Hesen û Daûwdkorkî yên ser bi kompanyaya Petrola Bakur li Kerkûkê dagîr kirine, red dike.

Cotyar Adil dibêje: “Aşkere ye li gor destûra Îraqê, samanên giştî yên hemû iraqiyan e û ne milkê kompaniyekê ye.”

Diyar kir jî: “Kompanyaya Petrola Bakur bi salan e di nebûna yasaya neft û gazê de kar dike û destûrê binpê dike. Eger Kompamyaya Petrola Bakur di xema çareserkirina pirsgirêkan de ye, bila li gor destûrê, yasaya petrola û gazê bê teşrîkirin.”

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez dike: “Ev kempîna ku li dijî Herêmê hatiye destpêkirin, siyasî ye û ti bingeheke wê ya yasayî nîne, ev tohmetbarkirinên li ser Herêmê dûrî rastiyê ne û tenê bi armanca pêkanîna aloziyê û li dijî mafên gelê Herêma ne.