Di teqîna li Silêmaniyê ya Iraqê de 12 kes birîndar bûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i333897-di_teqîna_li_silêmaniyê_ya_iraqê_de_12_kes_birîndar_bûn
Medya Îraqî îro Pêncşemê danê sibê ragihand ku dengê teqînekê li parêzgeha Silêmaniyê hatiye bihîstin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 12, 2022 05:40 Asia/Tehran
  • Di teqîna li Silêmaniyê ya Iraqê de 12 kes birîndar bûn

Medya Îraqî îro Pêncşemê danê sibê ragihand ku dengê teqînekê li parêzgeha Silêmaniyê hatiye bihîstin.

Li gorî rapora Saberin News`ê, li parêzgeha Silêmaniyê ya Herêma Kurdistana Iraqê teqînek li xwaringeh û klûbeke şevê pêk hat û di encamê de 12 kes birîndar bûn.

Medyayên herêma Kurdistanê dibêjin sîstema gazê li xwaringehê teqiyaye, lê hinekên din vê yekê red dikin.

Navbirî herwiha eşkere kir ku di nava dijwariya kontrolkirina agir de, derbarê sedema teqînê de nûçeyên nakok hene.

Beriya niha jî di kargeheke hesin a parêzgeha Silêmaniyê de teqînek pêk hatibû û di encamê de 14 kes hatibûn kuştin û hinek jî birîndar bibûn.