3500 kes ji niştecihên Şingalê aware bûn
May 03, 2022 08:25 Asia/Tehran
Ji ber şer û pevçûnên di navbera Yekîneyên Berevanê Şingalê (YBŞ) û hêzên artêşa Iraqê da, 3 hezar û 500 welatî li Şingalê aware bûn û aloz didome.
Macid Seyîd Salih Cîgirê Parêzgarê Duhokê di civîneke çapemenîyê da ragihand: Heta nika zêde ji 600 malbatên şingalî pêkhatî ji 3 hezar û 500 kesan ji ber alozî û pevçûnên li Şingalê aware bûne û gihîştine parêzgeha Duhokê.
Ji hêla din va, Wekîla NY li Iraqê têkildarî şerê di navbera YBŞ û artêşa Iraqê da li rûpela xwe ya Twitterê nivîsî: Em ji ber şerê li Şingalê û dûhatên wî şerî bo welatîyên sivîl gellekî dilnigeran in.