Şingal- Şerekî giran di navbera artêşa Iraqê û YBŞ da diqewime
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i333682-Şingal_Şerekî_giran_di_navbera_artêşa_iraqê_û_ybŞ_da_diqewime
Di navbera hêzên artêşa Iraqê û Yekîneyên Berevanên Şingalê (YBŞ) da şerekî giran derket.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 02, 2022 08:04 Asia/Tehran
  • Şingal- Şerekî giran di navbera artêşa Iraqê û YBŞ da diqewime

Di navbera hêzên artêşa Iraqê û Yekîneyên Berevanên Şingalê (YBŞ) da şerekî giran derket.

Ligorî agahîyên ji mêdyayên Herêma Kurdistanê hatine wergirtinê, artêşa Iraqê şeva buhurî hejmareke zêde ya hêz û alavên leşkerî yên giran şandin devera Şingalê li bakura parêzgeha Nêynewayê û pevçûnên giran di navbera hêzên artêşa Iraqê û YBŞ da qewimîne.

Ligorî agahîyan, pevçûn giran bûne û pirranî jî li devera Bab Şilo li rojavaya Şingalê qewimîne û YBŞ hatin û çûyîna hêzên artêşa Iraqê li hemî deverên di bin kontrola xwe da qedexe kirine.

Ligorî agahîyan, artêşa Iraqê berî vîya amadekarîyên pêwîst jibo vî şerî kirine û di 26ê Nîsanê da gellek tank û alavên leşkerî tev hejmareke zêde ya leşkeran şandine vê herêmê.

Di çend roj û hefteyên buhurî da çend caran pevçûn di navbera YBŞ û artêşa Iraqê da qiwîmye.