Sebebkarên Enfala kurdan li Ewrûpayê serbest digerin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i333638-sebebkarên_enfala_kurdan_li_ewrûpayê_serbest_digerin
Berpirsê Peywendîyên Giştî yê Wezareta Şehîd û Enfalkirîyên Herêma Kurdistanê got: Heta nika ti yek ji sebebkarên enfalkirina kurdan ku hatine naskirinê, nehatine desteserkirinê û gellek ji wan kesana bi wergirtina mafê welatîbûnê li welatên ewrûpî idî natirsin ku bên girtinê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 30, 2022 12:04 Asia/Tehran
  • Sebebkarên Enfala kurdan li Ewrûpayê serbest digerin

Berpirsê Peywendîyên Giştî yê Wezareta Şehîd û Enfalkirîyên Herêma Kurdistanê got: Heta nika ti yek ji sebebkarên enfalkirina kurdan ku hatine naskirinê, nehatine desteserkirinê û gellek ji wan kesana bi wergirtina mafê welatîbûnê li welatên ewrûpî idî natirsin ku bên girtinê.

Qasim Kazim Serokê Dezgeha Gorîyên Enfalê, amajeyî vê yekê kir ku hejmareke berbiçav a kesên ku destê wan di enfalkirina kurdan di serdema rêjîma Seddam da hebû li hin welatên ewrûpî dijîn û mafê welatîbûnê li wan weltana wergirtine û dîyar kir: Me lêzanînên deqîq hene ku ew kesana bi navên din li Ingilîsê û welatên din ewrûpî dijîn.

Serokê Dezgeha Gorîyên Enfalê herwiha got: Heta nika ne dewleta navendî ya Iraqê û ne jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji welatên hanê xwestine ku sebebkarên enfalê radestî Iraqê bên kirin.

Dadgeha Bilind a Cinayetan a Iraqê di sala 2007ê da hikma desteserkirina zêde ji 400 gumanbarên desthebûna di enfala kurdan da dabû ku 258 kes ji wana misteşarên kurd ên delweta Seddam bûn lê ti yek ji wana heta nika nehatine girtin.