Bidû bombebaranên Tirkîyê 360 gundên parêzgeha Duhokê hatine valakirinê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i333627-bidû_bombebaranên_tirkîyê_360_gundên_parêzgeha_duhokê_hatine_valakirinê
Serokê Komsyona Karên Pêşmerge ya Parlimana Herêma Kurdistanê ragihand ku Bidû bombebaranên Tirkîyê heta nika 360 gundên parêzgeha Duhokê kavil bûne û hatine valakirinê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 30, 2022 05:44 Asia/Tehran
  • Bidû bombebaranên Tirkîyê 360 gundên parêzgeha Duhokê hatine valakirinê

Serokê Komsyona Karên Pêşmerge ya Parlimana Herêma Kurdistanê ragihand ku Bidû bombebaranên Tirkîyê heta nika 360 gundên parêzgeha Duhokê kavil bûne û hatine valakirinê.

Rêwîng Hirorî Serokê Komsyona Karên Pêşmerge ya Parlimana Herêma Kurdistanê got ku êrişên hewayî û bejayî yên artêşa Tirkîyê ser deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê nemaze li parêzgeha Duhokê dijwar bûne û şerê di navbera leşkerên tirk û hêzên PKK da li herêmên Nêrwe, Rêkan ser bi Dêrelok û Şêladizê û herwiha li navçeya Serê didome.

Wî herwiha got ku leşkerên Tirkîyê li bilindahîyên Korejar û Lênikê bi cih bûne û deverên derdorê bi giranî bobmebaran dikin û vê yekê jî bandoreke xirab li moral, rewan û jîyana niştecihên wan navçana kirîye û ewlehîya wan têk daye.

Rêwîng Hirorî herwiha got ku heta nika 360 gund li parêzgeha Duhokê bi hegera êrişên Tirkîyê û şerê himberî PKK hatine valakirinê û hema li Amêdîyê 197 gund hatine valakirinê û 127 gund jî li wan navça ne ku şer û pevçûnên giran li wan didomin.