Mesrûr Barzanî çû mîrnişînê Îmaretê li başûrê Kendava Farsê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i332787-mesrûr_barzanî_çû_mîrnişînê_Îmaretê_li_başûrê_kendava_farsê
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê gihêşet Mîrîtiyên Yekbûyî yên Erebî (Îmarat) û dê beşdarî Foruma (Korbenda) Enerjiyê ya Cîhanê bibe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 25, 2022 14:04 Asia/Tehran
  • Mesrûr Barzanî çû mîrnişînê Îmaretê li başûrê Kendava Farsê

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê gihêşet Mîrîtiyên Yekbûyî yên Erebî (Îmarat) û dê beşdarî Foruma (Korbenda) Enerjiyê ya Cîhanê bibe.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di vê barê de di tora xwe ya civakî ya twitterê de ragehand: ‘’Ez keyfxweşim careke din serdana Îmaratê dikim, da ku gotûbêja xeletiyên hilberîna sektora enerjiyê li Herêma Kurdistanê li gel hilberînerên Îmaratê bikim.’’

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje: ‘’Li gel berpirsên welat derbarê pêşketinên herêmî yên vê dawiyê de jî emê gotûbêjê bikin.’’

Foruma Enerjiyê ya Cîhanê dê rojên 28-29ê Adarê li bajarê Dubayê birêve biçin û gelek berpirs û şarazayên warê enerjiyê dê beşdarî wê bikin û serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê jî yek ji axaftvanên serekî yê wê forumê ye.

Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê derveyî beşdarbûna Foruma Enerjiya Cîhanî dê li gel berpirsên payebilindên Îmaratê jî bicive.