Di êrişa ser Kempa Mexmûrê da gazeke kujer hatîye bikaranîn
Nuneratîya Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) li Herêma Kurdistanê aşkira kir ku di êrişa ser Kempa Penaberan a Mexmûrê da gazeke kujer hatîye bikaranîn bi awayekî ku 11 birîndar bi jehrê ketine û rewşa tenduristîya wan ne baş e.
Kerîm Wêysî endamê Nuneratîya HDP di civîneke çapemenîyê da ragihand: Hêzên kurd di êrişa DAIŞ û Tirkîyê ser zîndana Senaeyê da serkevtî bûn û vê yekê Tirkîye dilnigeran kir, lewma wî welatî şeva 1ê Sibatê êrişî kempa penaberan a Mexmûrê kir kempa ku di bin çavdêrîya NY da ye.
Wî herwiha got: Pêwîst e ku NY, YE û NATO himberî êrişa çeteyên Tirkîyê helwestê nîşan bidin ji ber ku nabe Tirkîye êrişî kempa penaberan bike û ew jî bêdeng bimînin.
Kerîm Wêysî endamê Nuneratîya HDP herwiha got: Di encama êrişa Tirkîyê da 2 kesan canê xwe ji dest dane û 11 kes jî bi gaza kujer birîndar bûne ku birîna wan diselimîne madeyeke wek ya kîmyewî hatîye bikaranînê.