Li Şêxanê xwepêşandanek hat lidarxistin
Xelkê gundê Şêxka yê ser bi qezaya Şêxanê ve li parêzgeha Duhokê, li ser xerabiya rêyan û zêdebûna bûyerên trafîkê bi wê sedemê, xwepêşandanek saz kirin û rêya sereke ya di navbera Elqûş-Şêxan de bo demekê girtin.
Duh di encama bûyereke trafîkê de li herêma Şêxanê 5 kesên ji malbatekê jiyana xwe ji dest dabûn. Welatî daxwazê dikin rêyên wan bên çêkirin.
Xelkê wê herêmê diyar kirin ku ji ber rêyên xerab heta niha çendîn malbat bûne qurbaiyên bûyerên trafîkê, lewma ew daxwaz dikin ku rêyên wan bên çêkirin.
Rêya wê herêmê, yek xet e û gundî dibêjin, ne guncaw e bo hatinûçûnê û bi gotina wan, çend caran berpirsan soz dane ku rêyên wan bên başkirin wek cotxet bê çêkirin, lê heta niha ew soz bicih nehatine. Ew dibêjin ku tenê di dema hilbijartinê de em Kurd in, wek din ti kes li me nanêre.”