Îlon 27, 2021 23:28 Asia/Tehran
  • Li Herêma Kurdistanê 10 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê amarên nû yên Koronayê ragihandin

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di 24 saetên borî de 1421 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 10 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 saetên borî de 1421 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wan 481 kes li Hewlêrê, 532 kes li Silêmaniyê, 310 kes li Duhokê û 22 kes li Helebce, 61 kes li Germiyanê û 15 kes li Raperînê ne.

Herwiha ragihand, di nav 24 saetan de 10 kesan jiyana xwe ji dest dane, ji wan 3 kes li Hewlêrê, 2 kes li Silêmaniyê, 2 kes li Duhokê, 1 kes li Raperîn û 2 kes li Germiyanê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 saetan de 1215 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Heya niha li Herêma Kurdistanê bi giştî 328118 kes bi Koronayê ketine û 5819 nexweşên koronayê jî jiyana xwe ji destane û 294182 nexweş jî baş bûne.

Serepeyv