Li Herêma Kurdistanê 16 kesên din bi Koronayê mirin
Tebax 30, 2021 22:11 Asia/Tehran
Li Herêma Kurdistanê 16 kesên din bi Koronayê mirin û zêdetirî 2 hezar kes jî pê ketin.
Wezareta tenduristiya Kurdistanê ragihand, di 24 saetên borî de 2010 kes bi Koronayê ketine û 2259 pêketî jî baş bûne.
Wezaretê da zanîn jî, ji duhî de 16 kes bi Koronayê mirine û hejmara miriyan gihîştiye 5378 kesan.