Tîrmeh 29, 2021 16:36 Asia/Tehran
  • Li Herêma Kurdistanê 3 hezar û 56 kesên din bi Koronayê ketin

Wezareta Tenduristiya Hikûmeta herêma Kurdistana Iraqê bi daxuyaniyekî ragehand li herêma Kurdistanê 3 hezar û 56 kesên din bi vîrusa koronayê ketine.

Îro 29.07.2021ê Wezareta Tenduristiyê bi daxuyaniyekî tora xwe ya civakî facebookê ve ragehand, di 24 saetên borî de 3 hezar û 56 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û bi giştî jî heta naha li herêma Kurdistanê 227 hezar û 339 kes bi vîrusa koronayê ketine.

Herwaha li gor heman daxuyaniyê di 24 saetên borî de 10 kesên pêketiyên vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane û bi giştî jî heta naha li herêma Kurdistanê 4 hezar û 750 pêketiyên vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta tenduristiya hikûmeta herêma Kurdistanê ragehand, heta niha 197 hezar û 181 kesên pêketiyên vîrusa koronayê jî baş bûne.

Serepeyv