Nêçîrvan Barzanî Serokomarê , Serokwezîrê Iraqê û Emîndarê Giştî yê Komkara Erebî civiya
Hevahengiya di navbera sazî û dezgehên Hikûmeta Federalî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, rûbirûbûna terorê û asayîkirina rewşa Şingalê hatin gengeşekirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya serdana xwe bo Bexdayê de, ligel her yek ji Serokomarê Iraqê Berhem Salih, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û Emîndarê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû El-Xeyt civiya.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî îro li Bexdayê civiyan. Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, herdu alî hêvîxwaz bûne ku pesendkirina yasaya budce bê cîbicîkirin û destpêkek be bo çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê.
Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Iraqê hevnêrîn bûn ku mekanîzmayeke aktîv bo hevkarî û hemahengiya Pêşmerge û hêzên Iraqî û piştgiriya Hevpeymanan bo rûbirûbûna metirsiyên DAIŞê pêwîst e û divê kar li ser bê kirin.
Di civîna Serokê Herêma Kurdistanê ligel Emîndarê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû Xeyt de, rewşa Iraqê û Herêma Kurdistanê bi giştî hat guftûgokirin û her du alî hevnêrîn bûn ku çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê dê aramî û ewlehiyê ji Iraqê re dabîn bike û piştî çareserkirina pirsgirêkan, Iraqê dê bibe welatekî bihêz li navçeyê û rola xwe li ser asta herêmê û navdewletî dê bigire ber xwe. Her du aliyan herwiha tekez kirin ji bo derbaskirina zehmetî û dijwariyên vê qonaxê, hevkariya zêdetir a Hewlêr û Bexdayê û hemû hêz û pêkhateyan pêwîst û girîng e.
Her îro jî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Koşka Selam li Bexdayê ligel Serokomarê Iraqê Berhem Salih civiya.
Di civînê de, şert û mercên siyasî yên Iraqê, dawî pêşhatinên siyasî û endamdana hilbijartinên pêşwext ên Encûmena Nûneran a Iraqê hatin gengeşekirin û hat tekezkirin, pêwîst e zemîneya hilbijardineke pak pê peydakirin û bibe vegotina rast a îradeya dengderan ji bo derbaskirina kirîza heyî û nearamiyê û misogerkirina aramî û aramiyê di pêşerojê de.