Tevahiya aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dicivin
Nîsan 08, 2021 15:10 Asia/Tehran
Li ser banga Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, tevahiya hêz û aliyên siyasî li avahiya serokatiya Herêma Kurdistana Iraqê dicivin.
Îro li avahiya serokatiya Herêma Kurdistanê û bi serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, nûnerên hêz û aliyên siyasî, nûnerên tevahiya pêkhateyên ayînî û etnîkî dicivin.
Civîna han li ser banga Nêçîrvan Barzanî tê kirin û tê de behsa yekrêzî û yekdengiya aliyên siyasî tê kirin.
Meha borî jî aliyên siyasî li ser banga Nêçîrvan Barzanî li dora hev civiyabûn.