Li Qeladizê 3 kes bi tohmeta endamtiya DAIŞê hatin girtin
Adar 28, 2021 17:21 Asia/Tehran
Qaymeqamê bajarokê Qeladizê yê Herêma Kurdistanê ragihand, 3 kes bi tohmeta endamtiya DAIŞê hatine girtin.
Qaymeqamê Qeladizê, Bekir Bayîz ji BasNewsê re got, hêzên asayişê 3 kes bi tohmeta endamtiya DAIŞê girtine lê haya me ji hûrgiliyên vê yekê nîne.
Bekir Bayîz her wiha got, ew kesên ku hatine girtin, tenê li ser gumanan hatine girtin û hîn bi zelalî nehatiye zanîn ka endamên DAIŞê bûne yan na. Çimkî em malbatên wan nas dikin û beriya niha di nav wan de tiştekî wisa nebûye.
Li gorî agahiyên BasNewsê, yek ji gumanbaran jî reviyaye û hîn nehatiye girtin.
Bajarokê Qeladizê li devera Raperînê û girêdayî parêzgeha Silêmaniyê ye.