Adar 07, 2021 09:42 Asia/Tehran
  • Papa Francis papayê Vatîkanê gihîşt Hewlêrê

Papayê Vatîkanê Papa Francis gihîşt Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê. Papa ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û nûnerên pêkhate û berpirsên din ên Herêma Kurdistanê ve hat pêşwazîkirin.

Firokeya Papa Fransîs ji Bexdayê gihîşt balafirgeha Hewlêrê. Papa piştî ku ji firokeyê peya bû, ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî, serokatiya parlementoya Kurdistanê, wezîr û welîkên Kurdistanê ve hat pêşwazîkirin.

Her wiha li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê Papa Francis bi şêwazek taybet bi muzîk û sirûda ayînî pêşwazî lê hat kirin.

Piştî serdana Papayê Vatîkanê ya Herêma Kurdistanê ew ê bi helîkopterê here Mûsilê û li dêra Mûsilê pêşwazî lê tê kirin, ji wir jî diçe Qereqûşê. Li wir jî çend çalakiyan dike û piştî nîvro vedigere Hewlêrê û li Enkawe bêhna xwe vedide. Saet 16:00 li werzişgeha Franso Herîrî merasima ayînî dike û saet 19:00 merasim xilas dibe.

Serepeyv