Konferansa navdewletî ya komkujiya êzdiyan tê lidarxistin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i323555-konferansa_navdewletî_ya_komkujiya_êzdiyan_tê_lidarxistin
Koneferanseke navdewletî ya komkujiya êzdiyan li parêzgeha Duhokê bi beşdariya Iraq, Elmanya, Mexrî, Cezayîr, Tunis, Lîbya û Tirkiyê wê were encam dan. Di konferansê de wê 28 vekolînên zanistî li ser komkujiyên werin pêşkêşkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 27, 2021 05:42 Asia/Tehran
  •  Konferansa navdewletî ya komkujiya êzdiyan tê lidarxistin

Koneferanseke navdewletî ya komkujiya êzdiyan li parêzgeha Duhokê bi beşdariya Iraq, Elmanya, Mexrî, Cezayîr, Tunis, Lîbya û Tirkiyê wê were encam dan. Di konferansê de wê 28 vekolînên zanistî li ser komkujiyên werin pêşkêşkirin.

Rêveberê Navenda Vekolînên Komkujiyê Dr. Salim Casim got 26.01.2021ê berhevên konfransê navdewletî ya komkujiyê li bin dirûşma komkujiyê û serboriyên miletan, palder û rêyên binbirkirina komkujiyê dest pê kir.

Ev konferans îro 27/1/2021an li Zankoya Duhokê dest pê dike. Ew dewletên beşdar dê bi rêya onlayn vekolînên xwe li ser komkujiyên pêşkêş bikin û vekolerên kurd û Iraqî dê beşdarbibin bi rêya semînaran dê vekolînên xwe pêşkêş bikin. Bi demê dû rojan dê konferans berdewam be di roja dûmahiyê de rasparde werin komkirin.

Herwiha Dr. Salim Casim aşkere jî kir 28 vekoler ji Herêma Kurdistanê û Iraqê û Lîbya û Tirkiyê û Tûnis û Cezayîr û Elmanya Mexreb dê beşdar bibin bi rêya 8 penela dê konferans bihête birêveburin. Di konferansê de çend vekolînên li ser komkujiya miletê kurd were pêşkêşkirin ku Navenda Vekolînên Komkujiya Zanîngeha Duhokê digel Navenda Zankoya Beşîkçî ya Duhokê bi encamdana konferansê rabûne.