Çile 20, 2021 08:51 Asia/Tehran
  • Serdana Akar bo Herêma Kurdistanê û gotûbêja wî bi rayedarên Herêma Kurdistanê re

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar duh bi Mesûd Barzanî serokê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK), serokê hikumeta herêma Başûrê Kurdistaê Mesûr Barzanî û serokê Herêma Kurdistanêre Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê civiya. Dezgehên çapemeniyê yên PDK`ê ragihand ku her du aliyan, têkiliyên dostaniyê, sepandina aramiyê û têkiliyên cîrantiyê niqaş kirine.

Wezîrê Parastinê yê dewleta Tirkiyê Hulusî Akar duh piştî hevdîtinên xwe bi rayedarên Iraqê li Bexdayê çû Hewlêrê û bi gelek rayedarên hikumeta herêma Kurdistanê re civiya.

Li gorî dezgehên çapemeniyê yên girêdayî PDKê, serokê hikumeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Hulusî Akar geşedanên dawîn ên li Iraqê û herêmê, tevî rêbazên pêşxistina têkiliyên dualî yên di navbera herêma Kurdistanê û Tirkiyê de nîqaş kirin.

Dezgehên çapemeniyê destnîşan kir ku di hevdîtinê de pêwîstiya koordînayê li gel têkiliyên dostaniyê yên di navbera her du aliyan de nexasim hevkariya hevbeş a ji bo sepandina aştiyê û ewlehiyê li herêmê, hatiye piştrastkirin.

Li gorî heman dezgehan her du aliyan da zanîn ku divê lihevkirina Sincarê (Şengal) pêk bê.

Dezgehên çapemeniyê behsê kir ku Mesrûr Barzanî bi Akar re têkiliyên dîrokî yên di navbera herêma Kurdistanê û Tirkiyê de bi bîr xistine û rêgezên dostaniyê û cîrantiyê di navbera her du Aliyan de piştrast kirine.

Akar herwiha li Hewlêrê bi serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re jî civiya li vê civînê de ku cîgirên Serok Wezîrê Pêşmerge, Serok Erkanê Herêma Kurdistanê û Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derveyê Herêma Kurdistanê amade bûn, behsa serdan û hevdîtinên Wezîrê Berevaniya Tirkiye li Bexda û Hewlêrê kirin û her du alî tekez li ser parastina aramiya navçê û girîngiya hevkarî û hemahengiya Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Tirkiyê ya ji bo parastina aramiya navçeyê kirin.

Nêçîrvan Barzanî spaskirina Tirkiyê kir ji bo vê îdiayê ku Tirkiyê li şerê dijî DAIŞê da piştgiriya  Iraq û Herêma Kurdistanê kir û di dewamê de diyar kirr ku nabê axa Iraq û Herêma Kurdistanê wekî pêgehek ji bo êrîşkirina li dijî Tirkiye û welatên cîran bê bikaranîn û hêvî xwest li vî derbarî de Iraq erkê xwe bi cîh bike. Her wiha Akar piştrast kir ku Herêma Kurdistanê wekî herdem li navçeyê de dibe faktereke aramiyê.

Dewleta Tirkiyê bi bihaneya avakirina baregehên leşkerî li herêmê, gelek deverên Herêma Kurdistanê dagir kirine.

Di rewşekê  de ku dezgehên çapemeniyê yên PDK`ê behsa têkiliyên dostaniyê û sepandina ewlehiyê dikin ku Tirkiye dem bi demê êrişî deverên curbicur li herêma Kurdistanê dike.

Serepeyv