Xwepêşanderan baregehên PDK’ê û YNK’ê şewitandin
Li bajaroka Pîremegrun a Silêmaniyê xwepêşanderan baregehên PDK’ê û YNK’ê şewitandin. Xwepêşandan didome.
Di saetên êvarê de li bajaroka Pîremegrun a Silêmaniyê welatiyan li dijî nedana muçe û qeyrana darayî xwepêşandan lidarxistin.
Xwepêşander destpêkê ber bi baregeha komîteya YNK’ê ve meşiyan. Piştî parêzvan û endamên komîteyê ji baregehê derketin, xwepêşanderan agir berdan baregehê.
Piştre jî xwepêşander ber bi baregeha PDK’ê ve meşiyan. Tevî ku parêzvanan gulle di ser xwepêşanderan de berdan jî lê xwepêşander bi israrbûn bikevin hindirê baregehê. Li gorî dîmenên ku di torên civakî de hatine belavkirin, baregeha PDK’ê jî hatiye şewitandin.
Xwepêşandan berdewam dike, xwepêşander diyar dikin ewê tevayî baregehên hizban bişewitînin, hêzên ewlehiyê jî rê li pêşiya xwepêşanderan digrin.