Piştî demek dirêj, dergehên parkên Hewlêrê tên vekirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i317642-piştî_demek_dirêj_dergehên_parkên_hewlêrê_tên_vekirin
Serokatiya şaredariya bajarê Hewlêrê ragihand, parkên Hewlêrê bi şertekî ku şîretên tenduristiyê bên bicîhanîn, tên vekirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 12, 2020 10:05 Asia/Tehran
  • Piştî demek dirêj, dergehên parkên Hewlêrê tên vekirin

Serokatiya şaredariya bajarê Hewlêrê ragihand, parkên Hewlêrê bi şertekî ku şîretên tenduristiyê bên bicîhanîn, tên vekirin.

Demek dirêj e park û cihên giştî yên bajarê Hewlêrê û bajarên din yên Herêma Kurdistanê ji ber vîrsusa Koronayê girtî ne.

Lê serokatiya şaredariya Hewlêrê îro di daxuyaniyekê de ragihand, wan biryar dane dergehên parkan li hember welatiyan vekin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, lê divê welatî şîretên tenduristiyê bicîh bînin û lepik û maskan bikar bînin.

Serokatiya şaredariya Hewlêrê daye zanîn, parkên bajêr ji saet 08:00 heta 23:00 vekirî dibin.