Mezlûm Kobanî bi 'Lahûr Şêx cengî' ra hevdîtin pêk anî
Mezlûm Kobanî li ser mijara alûgorên Kurdistana Sûriyê û gotûbêjên tevgerên siyasî yên Kurd derbarê yekîtiya Kurdan digel lahûr Şêx cengî, hevserokê YNKê ra hevdîtin û gotûbêj poêk anî.
Li gorî rapora Kurd Pressê, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD), Mezlûm Kobanî li ser mijara alûgorên Kurdistana Sûriyê û gotûbêjên tevgerên siyasî yên Kurd derbarê yekîtiya Kurdan digel lahûr Şêx cengî, hevserokê YNKê ra hevdîtin û gotûbêj poêk anî.
Mezlûm Kobanî di peyamekê ji ser twittera xwe da tevî amajeya bi vê hevdîtinê, ragihand: "Me digel Hevserokê YNKê têkildarî mijarên bakur û rojhilata Sûriyê her wiha diyaloga jibo yekîtiya Kurdan hevdîtin pêk anî. Em ji hemî birayên YNKê ku bi rêbertiya Şêx Cengî û Bafil Talebanî pişta gotûbêja tevgerên siyasî yên kurd ên Sûriyê jibo yekîtiya Kurdistana Sûriyê girtine, sipasiyê dikin."