Yekîtiya Ereban êrîşên Tirkiyê ser bakurê Iraqê şermezar kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i316874-yekîtiya_ereban_êrîşên_tirkiyê_ser_bakurê_iraqê_şermezar_kirin
Yekîtiya Ereban bi dayîn adaxuyaniyekê êrîşa Tirkiyê ser bakurê Iraqê şermezar kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 16, 2020 14:31 Asia/Tehran
  • Yekîtiya Ereban êrîşên Tirkiyê ser bakurê Iraqê şermezar kirin

Yekîtiya Ereban bi dayîn adaxuyaniyekê êrîşa Tirkiyê ser bakurê Iraqê şermezar kir.


Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê malpera Meadle East Newsê, Yekîtiya Ereban bi daxuyaniyekê ragihand: "Yekîtiya Ereban di meha Adarê da biryarek derbarê şermezarkirina destwerdanên berdewam ên Tirkiyê li bakurê Iraqê bi navê "Berxwegirtina helwêsteke yeksan ji aliyê welatên erebî derbarê binpêkiirna berdewam a serweriya Iraqê ji aliyê Tirkiyê va" da, hemî welatên erebî ev biryar pejirandin û tenê welatekî di vî warî da helwêst neda, ev biryar pêkhatî ji şermezarkirina ketina Tirkiyê nav axa Iraqê û daxwaza ji Tirkiyê jibo derxistina bilez a hêzên xwe bêyî ti şert û mercekê bû, ji ber ku ev kiryar wek destdirêjiya ser serweriya Iraqê û gefek li dijî ewlehiya neteweyî ya welatên erebî tê zanîn."

Daxuyaniya Yekîtiya Ereban her wiha ji zarê Sêkrêtirê giştî yê Yekîtiya Ereban amaje pê kir ku destwerdanên leşkerî yên Tirkiyê li axa welatên erebî ji wan Sûriye, Lîbya û Iraqê bûye sebeba nîgeraniya welatên erebî û gişt welatên erebî van kiryaran napejirînin û wan şermezar dikin.