Tevgera Goranê: "Êrîşên Tirkiyê binpêkirina serweriya Iraqê û Herêma Kurdistanê ye"
Fraksiyona Tevgera Goranê li Parlimana Herêma Kurdistanê êrîşên asimanî yên Tirkiyê ser Mexmûr, Şengal û hin navçeyên Herêma Kurdistanê wek "Binpêkirina serweriya Iraq û Herêma Kurdistanê da zanîn."
Li gorî rapora Kurd Pressê, Di daxuyaniya ku ji aliyê Fraksiyona Tevgera Goranê li Parlimana Herêma Kurdistanê va hatiye weşandin, hatgiye: "Firokeyên artêşa Tirkiyê careke din bi mehneya hebûna hêzên PKKê, Şengal û kampa awareyan a Mexmûr, cihê penaberên sivîl li parêzgeha Nêynewayê û navçeyên Balkaytî, Badînan, Sîdwa, Werxalî, Avaşîn, Senînî û gundewarên bintara Qendîlê li Herêma Kurdistanê kirine."
Fraksiyona Tevgera Goranê li Parlimana Herêma Kurdistanê ev êrîş wek binpêkirina aşkira ya qanûnên navneteweyî, serweriya Iraqê û serweriya Herêma Kurdistanê daye zanîn û ew bi tundî şermezar kiriye.
Firokeyên şêrr ên Artêşa Tirkiyê sipêdeya Duşemiyê "Bi mehneya hebûna hêzên PKKê" şengal û kampa awareyan li Mexmûrê ku cihê bicihbûna penaberên sivîl li parêzgeha Neynewayê ye, her wiha navçeyên Balkaytî, Badînan, Sîdaw, Werxalî, Avaşîn, Senînî û gundewarên bintara Qendîlê dan ber bombeyan.