Firokeyên şêrr ên Artêşa Tirkiyê careke din êrîşî ser Herêma Kurdistanê kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i316872-firokeyên_şêrr_ên_artêşa_tirkiyê_careke_din_êrîşî_ser_herêma_kurdistanê_kirin
Firokeyên şêrr ên Artêşa Tirkiyê şeva bihorî careke din êrîşî ser axa Herêma Kurdistanê kirin û navçeya "Kanî Masî" ya ser bi parêzgeha Dihokê dan ber êrîşê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 16, 2020 11:33 Asia/Tehran
  • Firokeyên şêrr ên Artêşa Tirkiyê careke din êrîşî ser Herêma Kurdistanê kirin

Firokeyên şêrr ên Artêşa Tirkiyê şeva bihorî careke din êrîşî ser axa Herêma Kurdistanê kirin û navçeya "Kanî Masî" ya ser bi parêzgeha Dihokê dan ber êrîşê.


Li gorî rapora Kurd Pressê, Di halekî da ku Firokeyên şêrr ên Artêşa Tirkiyê sipêdeya Duşemiyê "Bi mehneya hebûna hêzên PKKê" şengal û kampa awareyan li Mexmûrê ku cihê bicihbûna penaberên sivîl li parêzgeha Neynewayê ye, her wiha navçeyên Balkaytî, Badînan, Sîdaw, Werxalî, Avaşîn, Senînî û gundewarên bintara Qendîlê dan ber bombeyan, şeva bihurî û bi navbira kêmtir ji 24 saetan hin navçeyîên parêzgeha Dihokê jî dane ber êrîşê.

Serbest Sebrî qaîm meqamê navçeya Kanî Masiyê ji Rûdawê ra got ku ji ber bombebarana Firokeyên şêrr ên Artêşa Tirkiyê, ziyaneke giran li zeviyên xelkê navçeyê nemaze derdora gundê Kîsteyê ketiye.