Di 24 saetên dawiyê de, 180 pêketî Koronayê li herêma Kurdistanê
Wezîrê tendirustî yê hikûmeta herêma Kurdistanê Iraqê, ragihand: Di 24 saetên dawiyê de, 180 kes li herêma Kurdistanê bi vîrusa Koronayê ketin.
Wezîrê tendirustî yê hikûmeta herêma Kurdistanê , Saman Berzincî piştî seredana wî bo Bexdayê û civîna ligel Wezîrê tendirustî yê Iraqê di konferansek rojnamevanî de ragihand, heta niha zêdetirîn hejmara tûşbûyan a rojekê hatiye tomar kirin, ku 180 pêketî hatin tomar kirin û piraniya wan nîşaneyên nexweşiyê hene.
Berzincî herwiha got: di civîna wan de bo duyem car wezareta tendirustî a Iraqê , budceyek din bo dabînkirina xercî û pêwîstiyên wezareta tendirustî a herêma Kurdistanê dabîn kir. Herweha got, Wezareta tendirustî ya Iraqê biryar da, xerciya çêkirina nexweşxaneyekê li herêma Kurdistanê taybet bi Korona li stuyê xwe bigire.