Êrîşên asimanî yên artêşa Tirkiyê li ser bakurê Iraqê didomin
Êrîşên asimanî yên firokeyên şêrr ên artêşa Tirkiyê ser bakurê Iraqê bi mehneya şerê dijî mîlîtanên PKK'ê hema wisa didomin.
Di vî warî da, Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê bi weşandina daxuyaniyekê ragihand: "Di encama êrîşa firokeyên şêrr ên artêşa Tirkiyê ser navçeya 'Ava Şîn' li bakurê Iraqê, çar kes ji hêzên girêdayî bi PKK'ê hatine kuştin."
Weşandina daxuyanî û gotinên rayedarên payebilind ên leşkerî yên Tirkiyê derbarê kuştina endamên PKKê li bakurê Iraqê di halekî da ye ku nûçeyên bi belge yên weşandî li medyayên navçeyê nîşan didin ku hejmareke zêde ya welatiyên sivîl di encama van êrîşan da tên kuştin.
Di rastiyê da şik û gumanek tune ku firokeyên şêrr ên Tirkiyê diqeta pêwîst jibo êrîşa ser endam û baregehên PKKê li navçeyên cûrbecûr ên bakurê Iraqê tunene. Ji ber vê yekê, di her êrîşeke firokeyên şêrr ên Tirkiyê ser bakurê Iraqê, hejmareke zêde ya welatiyên sivîl canê xwe ji dest didin.
Ji ber vê yekê ye ku ji billî dewletû gelê Iraqê, gelê Tirkiyê û rêberên partiyên vî welatî jî bi caran li dijî gurrkirina kêşe û nakokiyan digel welatê cînarê wan derketine. Lê tevî van dijayetiyan, êrîşên artêşa Tirkiyê ser bakurê Iraqê hema wisa didomin.