Silêmanî - 66 kesên din bi Koronayê ketine
Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê encamên pişkinên nû yên vîrusa Koronayê ragihandû tekez kir ku 66 kesên din li Silêmanîyê bi vîrusa Koronayê ketine.
Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê duh êvarê ragihand ku li parêzgeha Silêmaniyê 66 pêketiyên koronayê hatin tomarkirin. Herwiha Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Silêmaniyê jî ragihand ku li wê parêzgeha Herêma Kurdistanê tûşbûyekî din ê koronayê jî canê xwe ji dest da.
Wezareta Tendirustiyê dibêje 38 ji wan tûşbûyan zilam in, 24 jin in û 2 kurê genc in û 2 jî zarok in.
Wezareta Tendirustiyê herwiha dibêje, 3 ji wan kesan nîştecihê Çemîemalê, du qezaya Pênciwên û yek qezaya Derbendîxan û 60 tûşbûyên din jî nîştecihê navenda Silêmaniyê ne.
Li ser asta Herêma Kurdistanê hejmara giştî ya pêketiyên koronayê gihîştiye hezar û 184 kesan, ku 448 kes ji wan baş bûne.
Bi mirina wî tûşbûyê li Silêmaniyê hejmara miriyên bi koronayê li wê parêzgehê bo 16 kesan zêde bû. Li Herêma Kurdistanê heta niha 20 kesan bi koronayê canê xwe ji dest dane.