Ji ber bombebarana artêşa Tirkiyê ya devera Biradostê şewat derket
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i316513-ji_ber_bombebarana_artêşa_tirkiyê_ya_devera_biradostê_şewat_derket
Helîkopterên dewleta Tirkiyê careke din devera Biradostê ya Herêma Kurdistanê bombebaran kir. Ji ber bombebaranê agir girte rez û baxçeyên şêniyên gundên herêmê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 05, 2020 15:46 Asia/Tehran
  • Ji ber bombebarana artêşa Tirkiyê ya devera Biradostê şewat derket

Helîkopterên dewleta Tirkiyê careke din devera Biradostê ya Herêma Kurdistanê bombebaran kir. Ji ber bombebaranê agir girte rez û baxçeyên şêniyên gundên herêmê.

Helîkopterên dewleta Tirkiyê şeva borî herêma Biradostê ya ser bi Hewlêrê bombebaran kir.

Ji ber bombebarana helîkopterên dewleta Tirkiyê agir girte rez û baxçeyên şêniyên gundên herêma Biradost. Ji ber şewatê ziyan gihîşt çandinî û jîngeha herêmê.

Herwiha îro piştî nîvro balafirên şer ên dewleta Tirkiyê bi dijwarî çiyayê Goşîn ê herêma Biradost bombebraran kir.

Eva gelek wexte ku Dewleta Tirkiyê bi heceta hebûna PKKê deverên curbicur li Herêma Kurdistanê ya Iraqê bi balafir û helîkopteran bombebaran û ji erdê jî topbaran dike ku piranî xelkê sivîl ê navçê dibin gorî û ziyan digihêje wan.