Balafirên TSK'ê êrîşî bakurê Iraqê kirin: Kur û bav hat kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i316319-balafirên_tsk'ê_êrîşî_bakurê_iraqê_kirin_kur_û_bav_hat_kuştin
Balafirên TSK'ê yên şer li herêma Behdînanê bombe barandin. Di bombekirinê de kur û bav hatin kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 30, 2020 13:17 Asia/Tehran
  • Balafirên TSK'ê êrîşî bakurê Iraqê kirin: Kur û bav hat kuştin

Balafirên TSK'ê yên şer li herêma Behdînanê bombe barandin. Di bombekirinê de kur û bav hatin kuştin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê, Balafirên şêr ên Hêzên Çekdar ên Tirkiyê (TSK) saet di 10:00’an de li nêzî çiyayê Kurejehro ya ser bi navçeya Şêladiz ya Dihokê bombebaran kirin.

Di bomberdûmanê de, bav û kur hatin qetilkirin. Çavkaniyên herêmî agahî  dan û diyar kirin ku di bombekirina balafirên şêr ên TSK'ê de Celal Nuredîn Mihyedîn û kurê wî Ehmed Celal jiyana xwe ji dest dane. Bav û kurên hatin kuştin welatiyên bajarokê Dêrelok a Dihokê ne. 

Roja 28’ê Gulanê di seatên êvarê de gundên girdayî herêma Bradostê hate topbarankirin, agir bi zeviyan ket. Heman rojê di seatên sibehê de gundên Sinyan û Bindêwanyan yên li herêma Bradostê û Xakûrkê ji aliyê balafirên şêr ve hate bombekirin, elektirîka herdu gundan hatibû qutkirin.