Li Herêma Kurdistanê 11 kes bi vîrusa koronayê ketin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i316009-li_herêma_kurdistanê_11_kes_bi_vîrusa_koronayê_ketin
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistana Iraqê 11 haletên pêketina bi vîrusa koronayê li vê ragihandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 21, 2020 04:14 Asia/Tehran
  • Li Herêma Kurdistanê 11 kes bi vîrusa koronayê ketin

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistana Iraqê 11 haletên pêketina bi vîrusa koronayê li vê ragihandin.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand  ku li Hewlêrê 8 haletên din ên tûşbûna bi vîrusa koronayê hatine tomarkirin ku hemû kesûkarên tûşbûyekî din in li komelgeha Şaweys.

Berî niha jî 8 pêketiyên din ên bi vîrusa koronayê hatibûn tomarkirin  ku duh heya demên dawiyê bi giştî kesên li Hewlêrê bi koronayê ketine gihişt 16 kesan.

Herwiha Wezareta Tendirustiyê aşkere kir ku li parêzgeha Silêmaniyê jî 3 haletên pêketina bi vîrusa koronayê hatine tomarkirin.

Li gel dawîn haletan, heta niha 442 kes li Herêma Kurdistanê bi koronayê ketine û ji wê hejmarê jî 383 kes baş bûne  û 5 kesan jî canê xwe ji dest dane.