Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê amara dawî yên tûşbûyiyan ragihand
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i315982-wezareta_tenduristiyê_ya_herêma_kurdistanê_amara_dawî_yên_tûşbûyiyan_ragihand
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku 10 tûşbûyiyên nû hatine tomarkirin û destnîşan kir ku test hîn berdewam in.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 20, 2020 09:39 Asia/Tehran
  • Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê amara dawî yên tûşbûyiyan ragihand

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku 10 tûşbûyiyên nû hatine tomarkirin û destnîşan kir ku test hîn berdewam in.

Li gorî rapora malpera PUK Media'yê,Di daxuyaniya ku PUKmedia`yê wêneyek jê girtiye de wezaretê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 63 welatiyên ku ji derve vegeriyane hatin qerentînekirin  û destnîşan kir ku heta niha 11111 welatî hatine qerentînekirin û ji wan 10054 derketine û 1057 jî hîn di rewşa qerentîneyê da ne ku 504 li Hewlêr, 160 li Silêmanî û  392 li Duhokê û 1 li Raperînê ye.
Daxuyaniyê amaje bi wê jî kir ji 801 kesên gumandar têst hat kirin di encamê de 10 tûşbûyî di nav de derketin ku 9 jê ji bajarê Silêmaniyê ne 4 jinên 53, 52, 29, 24 salî, 4 mêr 53, 36, 34, 30 salî û keçkek 15 salî ku têkeliyên wan ligel nexweşan hebûn û yekê din jî ji Hewlêrê û 44 salî ye.