Tirkiyê êrişî navça Çemkaniyê li parêzgeha Dihokê li Herêma Kurdistanê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i315014-tirkiyê_êrişî_navça_Çemkaniyê_li_parêzgeha_dihokê_li_herêma_kurdistanê_kir
Balefirên cengê yên artêşa Tirkiyê di dewama binpêkirina herêma hewayî ya Iraqê, navça Çemkaniyê li parêzgeha Dihokê bombebaran kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 18, 2020 12:43 Asia/Tehran
  • Tirkiyê êrişî navça Çemkaniyê li parêzgeha Dihokê li Herêma Kurdistanê kir

Balefirên cengê yên artêşa Tirkiyê di dewama binpêkirina herêma hewayî ya Iraqê, navça Çemkaniyê li parêzgeha Dihokê bombebaran kirin.

Roja îniyê balefirên cengê yên artêşa Tirkiyê cardinê navçên xelknişîn ên Herêma Kurdistanê bo cara çendan li dû hev li çend rojên buhurî dan ber bombeyan û navça Çemkaniyê li devera Amêdiyê li parêzgeha Dihokê bi tundî bombebaran kirin. 

Li vê êrişê derdora gundê Şikeftê û bilindahiyên bajarokê Çemêkaniyê ketin ber êrişan. 

Rojên derbasbûyî jî Tirkiyê navçên curbicure herêmê herêmê ji wan Zînî Wertê li parêzgeha  Hewlêrê û kampa penaberên Mexmûrê bombebaran kirin ku li encama wê herîkêm 6 kes hatin kuştin û 4 kes jî birîndar bûn. 

 Kampa Mexmûrê  ew zêde ji 26 salan e ku  12 hezar kurdên Tirkiyê li wir niştecih bûne.

Di hemene demê de endamê komîsyona ewlehî û berevaniya meclisa nuneran a Iraqê li axiftinekê ji dewleta vî welatî xwest ku li dijî Tirkiyê li konseya Ewlehiyê dozê veke. 

Kati`i El-Rikabî, endamê komîsyona ewlehî û berevaniya meclisa nuneraên Iraqê li axiftina bi ajansa  nûçan a El-Melûme re  bal kişand  ser binpêkirina herêma hewayî ya Iraqê ji aliyê balefirên cengê yên Tirkiyê û bombebarankirina meqerekî kurdan li bakurê vî welatî û ew şermezar kir û xwest ku li dijî Tirkiyê  li konseya Ewlehiyê dozê vekin